Şener Toktaş,Berfin Sidar Aşit
17 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Li Bitlisê di çarçoveya bernameya "4emîn Şahîya Muzîk û Mihricana Kaşûnê ya bi Meşale" da pêşandana kaşûnê ya bi meşale hat kirin.
Şahî li Navenda Kaşûnê ya El-aman Haniyê hat kirin, kesên beşdarî şahiyê bûn govend girtin û kêf kir.
Sporvan piştî ku tarî ket erdê hilkişîn zîrweya navenda kaşûnê, di dest wan da alaya Tirkiyeyê û meşale xwe şiqitandin. Digel hewaya sar welatî jî li navenda kaşûnê kom bûn, wextê ku sporvanan xwe ji zîrweyê berî xwarê dan, dîmenên xweşik derketin holê û welatiyan ev kêlî bi kamerayên têlefonê xwe kişandin.
Şaredarê Bitlisê Nesrullah Tanglay ji rojnamegeran ra daxuyand ku wan di çarçoveya "4emîn Şahîya Muzîk û Mihricana Kaşûnê ya bi Meşale" da mazûvaniya bi hezaran kesan kir.