Mehmet Emin Gürbüz,Murat Ataseven
15 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2025
Li ser rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê berfê dest pê kir.
Li ser rêbejayê li Xaçerêya Abantê û her wiha li tanga Bakacak, Seymenler û Karanlikdereyê barana ku bi şev dest pê kir, ber destê sibehê vegerand berfê.
Ekîbên rêbejayê yên li deverê, xwê li rê reşandin.
Di guzergehê da li devera Duzceyê li tanga Taşaltiyê jî ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.
Ekîbên rêbeja û trafîqê ajokar hişyar kirin ku ji ber barîna berfê ya di guzergehê da baldar bin.