20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li devera Zapê ya bakurê Iraqê operasyoneke asîmanî li dar xist û di operasyonê de 9 çekdarên endamê rêxistina terorê ya cihêxwaz ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya TSKê, li devera Zapê ya bakurê Iraqê di encama operasyonê de ku bi piştavaniya ji asîmanan ve berdewam e, bi wesayitên keşfê û çavdêriyê hat tesbîtkirin ku endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz di amadekariya êrîşê de ne.Hat ragihandin ku di encama operasyona asîmanî de 9 çekdarên endamê rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin berterefkirin.
Balafirên ku beşdarî operasyonê bûn bi ewlehî vegeriyan baregehên xwe.