DİYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Venî Vîdî ya taybet ya li navçeya Yenîşehîrê di daîra qazanê de şewat derket. Ji ber ku dûxan li hemû qatan belav bû, nexweşên razandî tehliye kirin.
Midûrê nexweşxanê Şenol Gedîk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hemû nexweşên razandî hatin tehliyekirin. Gedîk diyar kir ku ji bo niha ya girîng rewşa nexweşan e û got ku pitik û nexweşên emeliyetkirî jî di nav de hemû nexweş bê qeza û bê bela tehliye kirin.
Gedîk diyar kir di nexweşan de tu pirsgirêk tuneye û got ku tê gotin ku şewat ji jenarotorê derketiye, lê tiştekî diyar tuneye.
Midûrê Tenduristiya Bajêr Saît Avar bal kişand ku jimara nexweşên ku di nexweşxaneyê de hatibûn razandin kêm bûn û diyar kir ku piştî tehliyeyan li nexweşxanê nexweş neman.
Serokê Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezîn ya Diyarbekirê Hakki Bilîcî got ku bi mudexaleya tîman agir rawestandin û xebatên sarkirinê jî ber bi temambûnê ne.
Bilîcî got ku agir ji daîreya qazanê derket û dûxan li hemû qatên nexweşxanê belav bû.
Bîlîcî got ku tîmên agirkuj jî ji dûxanê aciz bûn û diyar kir ku li daîreya qazanê agir tefandin.
Ji bijîşkên nexweşxanê Selîm Olçer parast ku çûyîna ceyranê wekî hemû amûrên biceyran zirar da jeneratorê jî û dest nîşan kir ku ceyranên li bajêr gelek caran diçin.
Tîmên polêsan bergiriyên ewlehiyê yên li ber derî didomînin.