Suat Öztürk
01 Tebax 2025•Rojanekirin: 01 Tebax 2025
Li Paloya navçeya Elezîzê kana madenê herifî.
Li texma gundê Kayaonuyê kana kromê ya taybet ji ber sedemên hê nayê zanîn herifî.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û AFADê çûn ciyê bûyerê.
Li gor agahiyan tê texmînkirin xebatkarek di bin hezazê da maye û xebatên xilaskirinê didomin.