Günay Nuh
04 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Li Posofa navçeya Erdexanê rêya 48 gundên ku berf û pûkê girtibû ji nû va hatin vekirin.
Walî Huseyîn Oner daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê ji ber berfa zêde di çûn û hatinê da zehmetî çêdibe.
Oner destnîşan kir ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li navçeya Posofê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyên gundan gelek hewl idin û wiha domand: "Rêyên 48 gundan ku ji ber berf û pûkê girtîbûn niha hatine vekirin. Lê em dîsa jî dixwazin ku bila şofêrên me bi baldar bin."