Emin Tezerdi
24 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê tavî û teyrokê bandoreke neyinî li jiyanê kirin.
Taviya ku li bajêr piştî nîvro dest pê kir şûna xwe ji teyrokê ra hişt.
Piştî teyroka ku biqasî 10 deqîqeyan hat li kuçe û kolanan av kom bû.
Ekîbên Şaredariya Golbaşiyê ji bo vekirina rê û mazgalan xebat dan destpêkirin.
Hin welatiyan bi têlefona destan dîmenên taviyê kişandin.