Serhat Zafer
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Li Guruna navçeya Sêwasê bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) di saet 20.19an da navend navçeya Gurunê bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 5 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Wekîlê Waliyê Sêwasê Şakîr Oner Ozturk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku niha tu pirsgirêkên gihaşte wan tune.
Ozturk diyar kir ku erdhej li tevahiya bajêr hat hîskirin û got ku "Tu pirsgirêk xuya nake. Tu îxbarê hatine AFADê jî tune, pirsgirêkên ragihandine Qaymeqamtiya me ya Gurunê jî tune. Heta niha tu pirsgirêk tune."
Waliyê Sêwasê Yilmaz Şîmşekê ku wek kordînator li Doganşehîra navçeya Meletiyê hatiye peywirdarkirin jî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirina "Di erdheja bi mezinahiya 4,7an a ku navenda wê navçeya me ya Gurunê ye li gor tesbîtên ewil tu tişt bi tu kesî nehatiye û zirar çênebûye. Ji bo hemû welatiyên me derbasî be. Rebbê min welatê me ji her cure afatan biparêze."
Qaymeqamê Gurunê Halîl Yazici jî da zanîn ku piştî erdhejê li navçeyê rewşeke neyinî çênebûye, di vê mijarê da tu îxbar nehatin.
Piştî erdhejên navend Kahramanmaraş ki Guruna ku hildan çarçoveya herêma afatê hat tesbîtkirin ku 217 avahî xirabêyî yan jî zêde zirar dîtî ne, 933 avahî jî an kêm zirar dîtine yan jî bê zirar in.