Cem Genco
04 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li Antakyaya navçeya Hatayê di malekê da 1127 sikke hatin bidestxistin û şikbarek hat binçavkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îxbara di maleke Taxa Narlicayê da berhemên dîrokî hene operasyonek kirin.
Di operasyonê da 1127 sikke hatin bidestxistin.
Cendirmeyan xwediyê malê N.H. binçav kir.
Sikke jî ji bo ku bên lêkolînkirin teslîmî Midûriya Muzeyê ya Hatayê hatin kirin.