18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
HATAY
Li Hatayê di operasyona li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 34 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li dijî PKK/KCKyê li Antakya, Îskenderun, Samandag, Dortyol û Erzînê operasyon dan destpêkirin û li avahiyên HDPyê lêgerîn kirin.
Hat diyarkirin ku di nav da rayedarên HDPyê 34 kes di operasyonê da hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku di lêgerînê da gelek amûr û melzemeyên rêxistinê hatin qefaltin.