Mehmet Akif Parlak
02 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2022
Li herêma Harekata Mertalê Feratê di êrîşa rêxistina terorê da polêsekî harekata taybet şehîd bû.
Li Sûriyeyê êrîşî baregeheke ewlehiyê kirin.
Di êrîşê da personelê Midûriya Şaxa Harekata Taybet a Samsunê polês Mustafa Çalişgan birîndar bû.
Polêsê ku birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebû û şehîd ket.
Cinazeyê şehîd Çalişgan piştî kar û baran ji Saziya Tiba Edlî ya Gazîentabê hildan û pêşiyê birin Goristana Asriyê, ji wir jî bi konvoyê birin Balafirgeha Gazîentabê.
Li vê derê merasim hat lidarxistin. Waliyê Gazîentabê Davut Gul, Waliyê Kilîsê Recep Soyturk, Fermandarê Şaxartêşa 6em Korgeneral Metîn Tokel, Fermandarê Tûxaya Bizirx a 5em Haci Halîl Osma, Serokê Harekata Taybet a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê Selamî Turker, Parlamenterê Gazîentabê yê CHPyê Bayram Yilmazkaya, Midûrê Ewlehiyê yê Gazîentabê Mustafa Emre Başbug, Serokê Bajêr ê CHPyê Neşet Uçar û endamên din ên protokolê û polêsên heval ên şehîd beşdarî merasimê bûn.
Piştî rêzgirtin, xwendina kurtejiyana şehîd û dia, cinazeyê Çalişgan bi balafira eskerî şandin Tokata welatê wî.