Halis Akyıldız,Başak Akbulut Yazar,Muhammed Gencebay Gür
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Beykoza navçeya Stenbolê berf ket û rê spî bûn.
Li deverên bilind ên bajêr bi navber berf dibare û danê êvarê tesîra berfê li Beykozê zêde bû.
Ji ber ketina berfê hin rê spî bûn, wesayîtên parqkirî û dar û ber di binê berfê da man.
Ji ber ku bi berfê ra bager jî rabû, hin welatiyan xwe spart binê rawestgehên otobêsan.