Volkan Kaşik
25 Îlon 2022•Rojanekirin: 26 Îlon 2022
Li Akçadaga navçeya Meletiyê wesayîtek û tirek li hev qelibîn, 6 kes mirin.
Wesayîta ku şofêrê wê Murat Yavuz (59) plaqeya wê 34 ABU 441 e li ser rêya Qeyserî-Meletiyê li taxa Doganlarê li tira ku şofêrê wê H.D û plaqeya wê 34 FDK 660 e qelibî.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, AFADê û hêzên ewlehiyê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da şofêrê wesayîtê Murat Yavuz, Leyla Yavuz (58), Fatma Yavuz (34), Tarık Yavuz (36) û Beril Su Yavuz (7) yên di wesayîtê da bûn mirin, Batin Kaan Yavuz (14) jî birîndar bû.
Birîndar Batin Kaan Yavuzê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçadagê li hemberî hemû hewldanan li wir wefat kir.
Şofêrê tirê H.D. hat binçavkirin.
Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn hat cihê bûyerê û lêkolîn kir.