Mehmet Arif Altunkaynak
04 Mijdar 2021•Rojanekirin: 04 Mijdar 2021
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê çivîka birîndar a ku bendê oltayê li piyê wê aliyabû û bi dirikan va daliqî bû, piştî ku were tedawîkirin dê dîsa berdin çolê.
Kesên ku li dirikên li rex Qanala Avê ya Çag Çagê ya ku ji Taxa Bahçebaşiyê derbas dibe, çav bi çivîka ji piyan va daliqandî ketin, xeber dan ekîbên Amîriya Îtfaiyeya Nisêbînê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê.
Ekîb hatin herêmê, çivîk xilas kir.
Çivîka ku hat tesbîkirin ji piyê xwe birîndar e, piştî tedawiyê dê dîsa berdin çolê.