Elif Irmak
07 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Di qezaya trafîkê ya li Mîdyata navçeya Mêrdînê da li gor tesbîtên ewil 5 kes mirin, 2 kes xedar birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin di kîlomêtroya 10emîn a rêbeja Mîdyat-Dargeçîtê qezeya trafîkê ya ku kamyon û traktoreke ku nasnameyê ajokarên wan û plakayên wan nehatin hînbûn, tevî bûn çêbû.
Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 5 kes mirin, 2 kes xedar birîndar bûn. Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê.