İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
31 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2025
Li Mûşê piştî barîna berfê, gundên li deverên bilind spî bûn.
Li bajêr berfa ku 3 roj berê bariya li deverên gudewarê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li gundê Yukariyongaliyê yê 80ê xaneyî yê 50 kîlometre dûrî navendê, malên yekqatî di nav berê da man.
Şêniyên gund bi bêran rêya malê vekirin û her wiha berfa li ser baniyan avêtin.
Şêniyê gund Eyup Omur ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li gundê wan qedera mêtreyekî berf barî.
Omur destnîşan kir ku wan dest bi avêtina berfa li ser baniyan kir û wiha dewam kir:
"Gundê me ji ber ku li raqimeke pir bilind dimîne, gelekî berf lê dibare. Her wiha 6 mehan berf li erdê dimîne. Zivistanê jiyana me bi vî rengî derbas dibe. Ekîbên rêveberiya taybet timî rêya me vedikin. Rêya malên xwe û ya kuçeyan, bi bêran em bi xwe vedikin. Gundê me ket bin berfê, her der spîçîl e."
Alaattin Çamtosun jî diyar kir ku bi barîna berfê ra xebata giran a zivistanê dest pê kir û wiha dewam kir, "Em ê 5-6 mehan di bin berfê da bimînin. Pir berf dibare. Carinan meriv nikare bimeşe û hetta zarok jî bi zehmetî diçin dibistanê."