İbrahim Yaldız
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 24 Îlon 2024
Li Mûşê keçika ku gule li serî ket mir.
Li gundê Yarpuzluyê gule li serê Nîsa Sonmeza 7 salî ya ku li ber derê mala xwe rûdinişt xist.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Zaroka birîndar bû piştî midaxeleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê şandin Elezîzê.
Zarok li nexweşxaneya lê dihat dermankirin mir, cenazeyê zarokê li gundê wê hat definkirin.
Lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike.