Cüneyt Çelik,İsmail Kaplan
25 Îlon 2022•Rojanekirin: 26 Îlon 2022
Li Sariqamîşa navçeya Qersê wesayît û tirek li hev qelibîn, 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Tira ku şofêrê wê Ugur Gungor û plaqeya wê 63 AAB 271e li ser rêya Qers-Erziromê li taxa Çemê Keklîkê wesayîta ku şofêrê wê Recep Sari û plaqeya wê 48 U 8362 e qelibî.
Tîmên tenduristiyê, AFADê, polês û cendirme hatin cihê qezayê.
Hat tesbîtkirin ku şofêr Recep Sari, Nuh Aslan û Îsmaîl Temelê di wesayîtê da bûn mirine.
Adem Çelikê di wesayîtê da asê maye jî birîndar hat xelaskirin, lê ew di Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê li hemberî hemû hewldanan mir.