KARS
Komeke endamên rêxistina PKKyê li Qaqizmana navçeya Qersê rê birîn û agir berî 20 wesayîta dan.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, koma ji 25 terorîstan pêk dihat bi kepçeya ku dest dabûn ser va li tanga Qerequrt-Denizgoluyê ya ku li ser rêya Erzirom-Îdir-Qaqizmanê ye xendeq vedan û 20 wesayît dan sekinandin û agir berî 20 wesayîta dan.
Endamên rêxistinê ajokar û rêwiyên di wesayîtan da derxistin derva, dest dan ser têlefonên wan û propagandaya rêxistinê kirin.
Piştî bûyerê gelek ekîbên agirkujiyê sewqî herêmê kirin. Tîmên tevgera taybet ên cendirmeyan ji bo girtina terorîstên ku revîn xebat dan destpêkirin.
Adem Unalê Wekîlê Waliyê Qersê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gor agahiyên ku sitandin koma ku ji 25 terorîstan pêk tê agir berî wesayîta dan û paşê revîn.
Unal destnîşan kir ku endamên rêxistinê dest dane ser kepçekê û pê di rê da xendeq vedane, ekîbên cendirmeyan ku bi ciyê bûyerê ra gihandin jî rê vekirin.