Uğur Subaşı,Emre Ayvaz
28 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Li ser Otorêya Bakurê Marmarayê 7 wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 10 kes mirin, 59 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li devera Dagdîbiyê ya li ser otorêya Stenbolê 3 otobês û TIRek tevahî 7 wesayît ji ber sedemeke hê nediyar li hev qelibîn.
Li ser cabdayînê ekîbên cendirme, tenduristî, agirkuj, AFAD û rêbejayê hatin herêmê.
Ji ber qezayê li ser rê aliyê ku diçe Stenbolê hatin û çûyîn hat rawestandin.
Waliyê Sakaryayê Yaşar Karadenîz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gor agahiyên ewil di qezayê da 10 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn.
Walî Karadenîz diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û xebata ekîban li herêmê dewam dike.
Ekîb li herêma ku mij û dûman lê heye wesayîtan ji rê radikin.
Li aliyê din Serdozgerê Komarê yê Sakaryayê Osman Kose jî hat herêmê û lêkolîn kir.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da diyar kir ku di qezayê de 10 kes li cihê qezayê mirin û jê 8 giran, 59 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç jî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Der barê qezayê da ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê va lêpirsîn hat destpêkirin. Di serkêşiya Alîkarê Dozgerê Komarê 3 dozger hatin wezîfedarkirin."

- Daxuyaniya Walî
Walî Yaşar Karadenîzê ku cihê qezayê lêkolîn kir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di qezaya li Taşkisigiya herêma Sakaryayê ya li ser Otorêya Bakurê Marmarayê çêbû da 10 kes mirin.
Karadenîz, anî ziman ku hemû ekîb li herêmê ne û wiha got: "Cendirme, ekîbên tenduristiyê, şaredariyê, şîrketa otorêyê, AFAD, hemû ekîbên bi mijarê ra eleqedar in li vir in. 10 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Ji wan 2 kes sewqî Kocaeliyê kirin, yên din jî li navend û navçeyên Sakaryayê ne."

Ji şofêrên wesayîtên wan li Sakaryayê qeza kirin jê 6 kes hatin binçavkirin
Ji şofêrên wesayîtên wan li ser Otorêya Bakurê Marmarayê qeza kirin û tê da 10 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn, jê 6 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê, ji bo 7 şofêrên wesayîtên qeza kirin ku ji wan 3 otobês û yek jî TIR bû, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ji wan şofêran 6 kes hatin binçavkirin.
Şofêrekî birîndar jî li nexweşxaneyê tê dermankirin, piştî ku tedawiya wî temam bibe ew jî wê bê binçavkirin.
Karadenîz diyar kir ekîbên Serdozgeriya Komarê jî li herêmê lêkolîna xwe didomînin û got piştî ku xebatên lêkolînê ya ekîban cihê bûyerê biqede, rê wê bê vekirin.
Karadenîz anî ziman ku ekîb li cihê bûyerê hê jî dixebitin û wiha got: "Tê texmînkirin ku ewil wesayîtek li TIRekî qelibîye. Paşê wesayîtên din lê qelibîne. Dîsa li gorî tespîtên ewil, tê texmînkirin dema qezayê hin kes ji wesayîtan peyabûne, paşê wesayîtên din hatine û li wan xistine ew wisa mirine. Ev tespîtên ewil in, lê ya girîng ew e ku piştî lêkolîna ekîban û dozgerên me yên komarê mijarê wê zelal bibe."