Hüseyin Demirci
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, şaredariyê formaya werzişê da beşdarên dibistana werzişê ya havînê û her wiha qedera hezar zarokên şêniyên navçeyê.
Di bernameya li Salona Werzişê ya Navenda Ciwaniyê ya Sariqamîşê da wek diyarî forma dan beşdarên dibistana werzişê ya havînê û her wiha qedera hezar zarokên şêniyên navçeyê yên temenê wan di navbera 8-15 salî da ye.
Enîs Aslantatarê Qaymeqamê Sariqamîşê di bernameyê da axivî û bal kişand ku Navenda Ciwaniyê ji bo zarok û ciwanan cihekî giring ê perwerde û geşepêdanê ye.
Serdar Kiliçê Şaredarê Sariqamîşê jî bal kişand ku ji bo geşepêdana zarokan ew digel hemû saziyan bi hemahengî dixebitin.