24 Îlon 2020•Rojanekirin: 24 Îlon 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di çarçoveya Operasyona Yildirim-1 da li herêma Kato Jîrkayê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr sibehê zû li herêma Kato Jîrkayê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê operasyon kir.
Di operasyonê da 4 terorîst bi çekên xwe va hatin berterefkirin.
Li herêma ku di du rojên dawîn da jimara terorîstên berterefkirî derket 8an operasyon dewam dike.