Selami Küçükoğlu
24 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Li Stenbolê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr bi navber berf ket û piştra ji nîvê şevê pê va germa hewayê ket binê sifirê.
Rêyan cemed girt û şofêran di trafîkê da tengasî kişand.
Li bajêr germa hewayê 4 pile ket binê sifirê, camên wesayîtan qeşa kişand û peyarêyan jî cemed girt.
Bi baniyên hin xaniyan va şembelîlk daliqiyan.

Wesayîtên verotina berfê û reşandina xoyê li ser rêyên sereke timî xebitîn, hin makîneyên kar jî nêzî rêyan dan sekinandin ku seba rewşên acil midaxele bikin.
Welatiyên ku serê sibehê ji malên xwe derketin, ji bo verotin û vehelandina qeşaya ser camên wesayîtên xwe tengasî kişandin.
Ji welatiyan Unal Îzmîr ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî di salên dawîn da li Stenbolê ev qas hewayeke sar nedîtibû.

Îzmîr diyar kir, camên deriyên otomobîlê qeşa kişandine û venabin û wiha dewam kir:
"Her derê erebeyê qeşa kişandiye. Ji bo ku vehele min kalorîfer pê xist, lê feyda wê tuneye. Camên deriyan qeşa kişandine, bişkok naxebitin. Di ekranê erebeyê da pileya germê 5 pile di binê sifirê da nîşan dide Min cara ewil li Stenbolê ev qas serma dît."
