13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li texma Sêrt-Eruhê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li texma Sêrt-Eruhê di operasyona Fermandariya Cendirmeyan bi piştgiriya ji hewayê va kir da 2 terorîst bi sîlahên destê wan ra hatin berterfkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku operasyon dewam dikin.
Wekî mayîn Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Mesaiya dawiya hefteyê dewam dike. Li Cîrafa herêma Eruha navçeya Sêrtê 2 terorîst bi destê cendirmeyên me yên qehreman hatin berterefkirin."