Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
05 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Li Baykana navçeya Sêrtê minîbusek welgeriya şerampolê, 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa şofêrê wê M.G. û plaqeya wê 04 AP 002 ye li taxa gundê Karakayayê ya li ser bajaroka Veyselkaraniyê welgeriya şerampolê.
Li ser cabdayînê ekîbên Tenduristiya Acil a 112yê, AFAD û agirkujê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.