Serhat Zafer
01 Îlon 2022•Rojanekirin: 02 Îlon 2022
Li Sêwasê kamyon û minîbusek li hev qelibîn, 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Kamyona şofêrê wê M.O. (52) û plaqeya wê 34 EBE 72 ye li ser rêya Sêwas û Meletiyê li taxa Yelşîldereyê li minîbusa ku şofêrê wê A.S. (51) û plaqeya wê 44 J 4257 e, qelibî.
Di qezayê da 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Şofêrê minîbusê, Şenay Kizilaslan (48), Haci Suleyman Kizilaslan (58), Melîha Kizilaslan (52), Seyît Battalgazî Sevîn (18), Fadîme Saribaş, Adîle Îzciya (62) di minîbusê da bûn mirin.
Engîn Polat (19), Cennet Polat (44), Emre Kizilaslan (25), Bîrol Polat (42), Îlhamî Kizilaslan (52), Saray Yeşîlkaya (38), Ramazan Kaan Yeşîlkaya (10), Alperen Yeşîlkaya (6) û şofêrê kamyonê M.O. jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Qaymeqamê Kangalê Fatîh Sungur û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Burhan Akçay hatin cihê qezayê û agahî hildan.
Sungur ji rojnamevanan ra daxuyand minîbusa ku ji Bursayê dawetekê dizivirî li kamyoneke ku ji Meletiyê bar dibir Amasyayê qelibî.