26 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
TUNCELİ (AA) - Li Tûncelî û Hekariyê di operasyonê hêzên ewlehiyê yên dijî rêxistina terorê de 33 terorîst hatin kuştin.
Li Tûnceliyê li dijî rêxistina terorê operasyon hat li darxisitn. Di operasonê da 14 terorîstên ku li herêmê rê digirtin û wesayîtan dişewtandin hatin kuştin.
Li herêma Kûtûderasiya nêzî rêbeja Tûncelî-Erzîncanê ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirme ya Bajêrê Tûnceliyê di saetên sibehê de li dijî rêxistina terorê operasyon hat kirin. Di operasyonê da 14 terorîst hatin kuştin. Der barê operasyonê da hurgilî derketin holê.
Di operasyonê da li ereziyê hêzên ewlehiyê lêgerînê kirin. Di lêgerînan da stargeheke cigê terorîstan hat dîtin. Di wê demê de terorîstan gûle berdan û leşkere birîndar bû.
Piştî ku leşkerê birîndar bi firokeyê rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elazigê, hat tespîtkirin ku di sitargehê de gelek terorîst hene.
Leşker ji bo teslîm bibin bangî terorîstan kirin. Terorîstan li ser bangê gule berdan û şer derket di şer de 14 teorîst hatin kuştin.
- Li Hekariyê 19 terorîst hatin kuştin
Li Hekariyê di operasyona ku hêzên asîmanî jî piştgirî danê da 19 terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin kuştin, 2 doçkayên dijefiroke hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK), duhê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li dijî rêxistina terorê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyona ku hêzên asîmanî jî piştgirî danê da 19 terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin kuştin, Doçka çeka dijefiroke hat qefaltin.
Di operasyona li Gêxiya navçeya Bîngolê da jî ji hundirê şikefta mensûbên rêxistina terorê 15 kîlogram amonyum nîtrat, 200 mêtro qablo, 50 pîl, 2 aku, 9 tûpên mitfaqê û alavên jiyanê hatin qefaltin.
Ji hêla din di hemleyên asîmanî yên ku di 24ê adarê roja înê li dijî herêma Metîna, Zap, Avaşîn, Basyan, Qendîl û Xwakurka li bakurê Iraqê hatin lidarxistin û 16 hedef hatin jinavbirin da 8 terorîst hatin kuştin.