Ahmet Aydın
06 Sibat 2020•Rojanekirin: 07 Sibat 2020
Walîtiya Wanê raihand li devera ku aşît lê ketibû navber dane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. Ji bo xebatkarekî îtfaiyeyê yê ku di bin aşîtê de mabû, sibe piştî encama nirxandinekê dê dîsan xebat destpê bikin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku li ser rêbeja Wan-Bahçesarayê li cihê aşît lê ketibû xebatên lêgerîn û rizgarikirinê ku îro ji serê sibê ve berdewam bûn, ji ber sedemên daneyên meteorolojîk, teftîşên heyeta teknîkê yên li qadê û tarîbûna rojê navber hatine dayîn.
Li Wanê li devera aşîtê navber dan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"7ê sibatê (roja îniyê) piştî nirxandina heyeta teknîkê, bi hilatina rojê re, dê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dîsan destpê bikin. Li devera aşîtê ya ku îro 3 cesedên din jê hatin derxistin, dê ekîbên profesyonel ji bo derxistina (1) xebatkarekî îtfaiyeyê ku tê nirxandin di bin aşîtê de ye, wê dest bi xebatê bikin."