Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2020
Li Îdirê êvarê baraneke gur barî piştî wê li hin gundan lehî çêbû û zirar da der û dorê.
Li mezraya Zerapxaneyê ya li ser navçeya Tuzlucayê baran êvarê zêde barî. Li mezrayê lêhî çêbû hin mal û tewle di binê avê da man û çend heywan jî telef bûn.
Waliyê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm çû mezrayê ku herêmê bigere.
Sariîbrahîm bi gundiyan ra axivî û ji tîmên AFADê agahî hilda.
Walî Sariîbrahîm piştî ziyareta mezrayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber baranê ava çeman ji ser ra avêtiye û bûye sedema lêhiyê û wiha axivî: "Ji me ra gotin 2 zarok winda ne, lê şikir tu kes nemiriye. Hin mal û tewleyan zirar dîtiye, lê qaymeqamtiya me û AFAD wê di demeke kin da zirara wan çareser bikin. Em li gel gundiyên xwe ne, tu kes nemiriye. Ya girîng ew e ku zirar negîhîştiye tu canekî. Ji sibê pê va tîmên Îdareya Taybet a Bajêr wê li nav gund û cihê lêhî çêbûye zirarê ji holê rakin."
Hat daxuyandin tîmên AFADê jî sibê wê mezrayê xebatên tespîtkirina zirarê bikin.
Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Mustafa Ozdurhan jî bi Walî Sairîbrahîm ra herêmê geriya.