21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
TEHRAN
Di tûra yekemîn a hilbijartinên meclisa Îranê da li eyaletên ku namzedan ji sedî 25 ray negirt, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên meclisê dema propagandayê dest pê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê Elî Emîrî daxuyanî da televizyona IRINNyê ya dewleta Îranê û wiha got: "Ji bo namzedên parlementeriyê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên meclisê dema propagandayê dest pê kir."
Emîrî diyar kir ku hilbijartina tûra duyemîn wê di 29ê nîsanê were kirin û wiha got: "Di hilbijartinê da 68 parlementer hene. Wê li 21 eyaletan 136 namzed bikevin hilbijartinê."
Li Îranê tûra yekemîn a hilbijartinên meclisê di 26ê sibatê da hatibûn kirin û li eyaletên ku namzedan ji sedî 25 ray negirt wê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên meclisê hilbijartin were kirin.