23 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
İSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di îdianameya lêpirsîna fealiyet û çalakiyên Fermandariya Akademiyên Cengê yên dema 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da, der barê gumanbaran bi sûcê "ji holê rakirina TBMM û Komara Tirkiyeyê", "Teşebusa rakirina sîstema makezagonê" 3 caran cezayê miebetê, ji ber "endamtiya rêxistina terorê" jî 15 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Lêpirsîna der heqê fealiyet û çalakiyên Fermandariya Akademiyên Cengê yên dema 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da, ku di navê da Serokê Fermandariya Akademiyên Cengê yê berê Tumgeneral Hasan Nevzat Taşdeler, Fermandarê Akademiya Cenga Bejayê yê berê Tumgeneral Selîm Mert û Fermandarê Akademiya Cenga Asîmanî yê berê Tumgeneral Recep Yuksel jî hene û ji 110 girtî, 1 jê firarî 116 berşikan pêk tê û herwiha tevahiya wan leşkerên birutbe ne, temam bû.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di îdianameya lêpirsîna fealiyet û çalakiyên Fermandariya Akademiyên Cengê yên dema 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da, der barê gumanbaran bi sûcê "ji holê rakirina TBMM û Komara Tirkiyeyê", "Teşebusa rakirina sîstema makezagonê" 3 caran cezayê miebetê, ji ber "endamtiya rêxistina terorê" jî 15 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê xebat û çalakiyên Fermandariya Akademiya Herbê yên dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê da amade kir da hat xwestin ku di mijara revandina Kongeneral Tahir Bekirogluyê Fermandarê Akademiya Herbê û Tugamîral Tayyar Ertemê Fermandarê Akademiya Herba Behrê da hin şikbar bira ji ber sûcên "bi zorê dîlgirtina kesê çekdar", "bi zorê îxlakirina parêzbendiya xanî", "lêgerîna neheq". "talankirin", "bi çekan tehdîdkirina gelek kesan" bên darizandin.