Esin Işık
14 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2021
"Muzeya Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê" ku îro dê ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan were vekirin, dê bi efektên deng û dîmenê yên taybet va qala hewldana derbeya xaîn bike û her wiha dê ruhê yekîtiya ku rê li hewldana derbeyê birî, bîne bîra ziyaretvanan.
"Muzeya Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê" ku sibê dê ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan were vekirin, dê bi efektên deng û dîmenê yên taybet va qala hewldana derbeya xaîn bike û her wiha dê ruhê yekîtiya ku rê li hewldana derbeyê birî, bîne bîra ziyaretvanan. ( Doğukan Keskinkılıç - Anadolu Agency )
Muzeya ku li hemberî Kuliyeya Serokomariyê ya li Beştepeyê hat çêkirin, ji 8 salonan pêk tê ku di binê erdê da hatine çêkirin û navê wan jî "Li Tirkiyeyê û dinyayê derbe", "Gefa guleyekê", "Vesandina Roniyê", "Şeva herî dirêj", "Yên şop hiştin", "Sela", "Ji bo şehîdan rêzgirtin" û "Nobedên demokrasiyê" ne.

Armanca muzeyê ew e ku bi rêbazên dijîtal qewimînên 15ê Tîrmehê ji bo nifşên nû bê vegotin û destnîşankirin.
Di beşa ewil a muzeyê da bi efetkên deng û dîmenê derbeyên li Tirkiyeyê û dinyayê dê ji ziyaretvanan ra were vegotin. Di vê beşê da ziyaretvan dê ji binê tankekê ra derbas bibin.
Ziyaretvan di salona "Şeva herî dirêj" da bi sepana projeksiyona vîdeoyê va ji destpêkê heya têkbirinê, dê şahidiya hewldana derbeya xaîn bikin.
Ziyaretvan her wiha dê ji korîdora selayê derbas bibin û bigihîjin wê beşê ku serhatiyên 251 şehîdan tên vegotin.
Li muzeyê her wisa li ser ciyên ku di şeklê prîzmayê da hatin çêkirin, biyografiyên hemû şehîdan hatin bicihkirin.
Di beşa dawîn a qube cam a muzeyê da dareke çinarê a çêkirî ya 23 metre bilind heye ku raboriya Tirkiyeyê sembolîze dike. Her wisa li bin dara çinarê jî 90 peykerên sîlîkon ên mirovên ku nobeda demokrasiyê digirin hene.