Haydar Şahin
08 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê kulîlkên gulbiharê vekirin û dîmenên xweşik derxistin holê.
Ovacixa her demsalê cuda kaw dibe ya di navbera Çiyayên Munzurê da ji hêla dewlemendiya jiyana kovî û floraya nebatan va balê dikişîne.
Bi hatina biharê va ber dihele û erd reş bû û tebît hat ser hemdê xwe. Li zevî û mêrgan gulbiharên kulîlkên zer vekirin û tebîet xemilandin.
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê kulîlkên gulbiharê vekirin û dîmenên xweşik derxistin holê. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )
Li Çakmalkli, Saritosun, Guneykonak, Yaylagunu, Paşaduzî, Gozeler û Konaklara gundên navçeyê li der û dorê kulîlkên zer vekirin û dîmenên xweşik derxistin holê.
Hetanî nîvê lûtkeya Çiyayên Munzurê berf heye û ber bi jêrê keskayî û kulîlkên zer dest pê dikin û merivan şaş û metel dihêlin.
Emrê van kulîlkan bi qasî 15-20 rojî ye, di nav kulîlkan da mêş, moz, pilo û xalxalok difirin.