Fırat Taşdemir
04 Mijdar 2025•Rojanekirin: 06 Mijdar 2025
Serokatiya Karûbarê Diyanetê ewê sibe ji bo heca 2026ê pişkê biavêje.
Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê hat sitandin, pişka ku bi milyonan namzêdên hecê li hêviyê ne, ewê sibê di saet 10.30an da bi amadebûna noterê birêva biçe.
Bernameya pişkavêtinê ewê li Hola Konferansê ya Serokatiya Karûbarê Diyanetê birêva biçe û îsal dê 184 hezar û 791 kesên ku cara pêşîn serlêdanê kirine û milyonek û 615 hezar û 44 kesên ku qeyda xwe rojane kirine bi giştî milyonek û 799 hezar û 835 namzêdên hecê beşdar bibin.
Kesên dixwazin biçin hecê, îsal ji 11ê Tebaxê heta 30ê îlonê karûbarên xwe yên serîlêdanê û rojanekirina qeydê temam kirin.
Di vê çarçoveyê da bi pişkavêtina ku ewê li Serokatiya Karûbarê Diyanetê bê avêtin, dê 84 hezar û 942 namzêdên hecê û yên cihgir bên tesbîtkirin.
Tê payîn ku biryara li ser dayîn yan nadayîna kotaya hecê ya îlawe ji bo Tirkiyeyê, bi protokola ku dê 9ê Mijdarê li Cîddeya Erebistana Siûdiyê were îmzekirin, were safîkirin.