DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di bûyerên ku bi hinceta DÎŞIyê derketibûn de 12 kes miribûn. Ji 12 kesan jê 3 kes piştî rapora otopsiyê eşkere bû ku bi êşkenceyê mirine.
Di roja 4emîn a Cejna Qurbanê de Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26) û Huseyîn Dadak (19) ji bo ku goştê qurbanê yên komeleyekê belav bikin çûn semtê Îskanevlerî ya li navçeya Baglarê. Boru, Gokgoz û Dadak li vir di çalakiyên ku ji bo êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê hatin kirin de rastî êrîşê hatin û mirin. Li gor rapora otopsiyê derket holê ku Boru, Gokgoz û Dadak rastî tundiyê hatine.
Otopsî li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Xazî Yaşargîl hat kirin û li gor tesbîta otopsiyê pêşiyê bi amûrên jêkirin û qulkirinê ve êşkence li Boru, Gokgoz û Dadak hatiye kirin û pişt re jî ew bi çekê hatine kuştin.
Li gor raporê di bedena Dakak de 22 di ya Gokgoz de jî 20 birîn hene ku bi amûrê jêkirinê hatine birîndarkirin. Her wiha li gor raporê piştî birîndarkirinê gule berdane bedena Dakak û Gokgoz.
Di raporê de hat gotin ku hestiyê serê Boru ji çend ciyan hatiye şikênandin û wiha hat gotin:
"Di hestiyê serî, yê rû de şikestin, di sing û kefa destê wî de jî şewat hat dîtin. Di bedena wî de di 15 cihan de birîn hene. Guleyek li bedena wî ketiye, lê gule nehat dîtin. Ji ber ku xwîn çûye li ser mejiyê wî, ji ber birîndarkirinê lebatên wî yên hundirê wî birîndar bûne û xwînî bûne û miriye."