Orhan Sağlam,Zafer Tayfur
28 Adar 2026•Rojanekirin: 29 Adar 2026
Rêbeja Wan-Hekariyê ji ber aşîtê asê bû.
Berfa ku duhê li herêmê dest pê kir, îro cihê xwe ji hewaya germ ra hişt.
Bi germbûna hewayê ra li ser rêbeja Wan-Hekariyê, li texma Berêsur a nêzîkî taxa gundewar a Gedikbaşiyê (Çux) aşît ket.
Li ser îxbarê ekîbên Şêfîtiya Şaxa 114emîn a Rêbejan û yên AFAD û cendirmeyê hatin cihê bûyerê.
Ji bo vekirina rêya ku ji herdu aliyan va ji ber berfê hat girtin, xebat dan destpêkirin.
Li herdu berê rê, rêzeke dirêj a wesayitan çêbû.