Oktay Özden,Orhan Çiçek
04 Adar 2023•Rojanekirin: 13 Adar 2023
Ji ber erdhejên di 6ê Sibatê da li Meraşê çêbûn qismekî rêya di navbera Adiyeman-Çelîkxanê da pelişî.

Erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an ku 6ê Sibatê li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê çêbûn li 11 bajarî xist.
Ji ber erdhejan li ser rêya Adiyamanê hin dever pelişîn.

Li nêzî navçeya Çelîkxanê rê him şiqitiye û him jî hin deverên rê pelişîne. Li keviya rê qelş hene û hesinên li keviya rê jî şikestine û ji hev dûr ketine.
Ciyê ku hesin ji hev dûr ketine şiqitîna rê çêtir nîşan dide.