01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
GAZÎANTEP / ANALÎZ
Rûsya, bi êrîşên xwe yên dijî deverên sivîlan li bakurê Helebê û bordûman kirina kamyonên alîkariya mirovî li Ezazê, dixwaze ji teza "herêma ewla"ya Tirkiyeyê ra bibe rêgir.
Tirkiyeya ku mirovên bêguneh yên ku ji şerê navxweyê Sûriyeyê direvin, himêz dike, cih daye nêzîkÎ 2,5 milyon penaberî. Tirkiye herwiha di qada navneteweyî da bi mebesta anîna aştiyeke hemîşeyî, dîplomasiyê dike.
Piştî zêdebûna çalakiyên DAEŞa rêxistina terorê jî hevkêşên di nav Sûriyeyê da guherîn. Ev yek bû fersendek ji PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ra û tirkmen û erebên welêt neçarî koçberiya Tirkiyeyê kirin.
Ji ber van sedeman Tirkiyeya ku dixwaze gelê Sûriyeyê di rewşeke ewle da bijîn, li ser xeta Cerablûs û Ezazê pêşniyara "herêma ewle" kir.
Tirkiyeya ku di serî da di çavê DYA û welatên Rojavayî da hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kiriye, DAEŞa ku bi taybet Cerablûs, Ezaz û hinek ji derdorê kontrol dike, dûrxist û hewl da ku herêm têkeve rewşeke ewle.
Gelek welatan piştgirî da vê teza Tirkiyeyê lê belê Rûsya destê Esedî girt û di jêr navê têkoşîna dijî DAEŞê da, hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde kir. Balafirên cengê yên nû şandin Sûriyeyê û deverên sivîl û bajarên di jêr kontrola tirkmenên mutedîl da, bordûman kirin.
Piştî xistina balafira wê ya ku sînorê Tirkiyeyê îxlal kiribû, Rûsya vê carê berê xwe da wesayitên alîkariya mirovî û operasyonên xwe yên esmanî di vî warî da zêde kirin û dixwaze ev dever têkevin kontrola PYDyê.
- "Dixwazin qeyranê ji xwe ra bikin fersend"
Doç. Dr. Ali Serdar Erdurmazê Serokê Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Hasan Kalyoncu ji nûçegihanê AAyê ra axivî û destnîşan kir ku Rûsya kamyonên alîkariya mirovî bombe baran dike.
Erdurmaz got, "Di esil da Rûsya bi van bordûmanan dixwaze nîşan bide ku teza Tirkiyeyê ya 'herêma ewle' ya ku dixwaze digel DYAyê ava bike, nasnake. Heçî DYA jî rêwşûnek li hember vî tîştî danenî û tenê ji dûr va li vê rewşê dinêre."
Erdurman anî ziman ku Rûsya bi xistina balafira xwe, xwe weke mexdûr nîşan dide û dixwaze vê yekê ji xwe ra bike fersendek.
Zekariya Karsliyê ku serokekî tirkmenê Cephetul Şamê ye destnîşan kir ku Rûsya bi mebesta sabotekirina teza Tirkiyeyê ya "herêma ewle" van êrîşan li dar dixe û got, "Rûsya bi van operasyonan piştgiriyê dide hewlên PYDyê ku dixwaze ji Tel Abyadê heta Lazqiyê korîdorê çêbike. Em jî ji bo pûçkirina vê mebesta Rûsyayê heta dilopeke xwîna me bimîne, emê şer bikin."
Karsli wiha domand, "Ev ax ya PYDyê nîne, jîngeha hevbeş ya tirkmen û ereban e. Em hêvî dikin di serî da Tirkiye û DYA û hevpeymanên din, çek û cebilxaneyê bidin me, ji bo ku em li dijî Rûsya û hevpeymanê wê yê xwînrêj Esedî şer bikin."