Şaduman Türkay
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Mijdar 2024
ANKARA (AA) - Wezareta Karên Navxweyî ragihand, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozerê ku ji ber sûcê "endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar" hat tewqûfkirin, wekî berwext ji wezîfeyê hat dûrxistin û Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî Cîgirê Şaredar hat wezîfedarkirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî yê Wezaretê da wiha hat gotin, "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da mehkemeyê ji ber sûcê 'endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar' biryara tewqûfkirinê ya gumanbar Ahmet Ozerê Şaredarê Esenyurtê da. Wezareta Karên Navxweyî li gor benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan a ku jimara wê 5393 ye, wekî tevdîreke berwext Ozer ji wezîfeyê dûr xist."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan a ku jimara wê 5393 ye, Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî Cîgirê Şaredar hat wezîfedarkirin.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat tewqûfkirin
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozerê di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber sûcê "endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar" da hat binçavkirin, hat tewqûfkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo tesbîtkirina mensûb û fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê dimeşîne da Ozer hat binçavkirin û li dadgeriyê kar û barên wî kuta bû.
Piştî hildana îfadeyê, dadgeriya cezayê sulhê ya nobedar ji ber sûcê "endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar" biryara tewqûfkirina Ozer da.
Di çarçoveya lêpirsînê da hatibû tesbîtkirin ku piştî tevdîra guhdarîkirina ragihandinê, qeydên axaftina Ozer hatin bidestxistin. Her wiha zebtên şopandina fîzîkî, qeydên hesabê wî yên bankeyê û bi rêvebirên rêxistinê ra timî danîna wî ya têkiliyê, kirina sûcê ku îsnadî wî dikin tesbît dike. Li ser daxwaza Serdozgeriyê, Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê ji bo Ozer biryara lêgerînê derxistibû.
Gumanbar Ozer duh serê sibê hatibû binçavkirin û di mal, kargeh û wesayîta wî da lêgerîn hatibû kirin.