Haydar Şahin
04 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Lîbyayê Fayîz Serrac bi dawî bû.
Çapemenî hilnedan hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê.
Dema Serrac hat Kuliyeya Serokomariyê, Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar pêşwaziya wî kir.
Li bendê ne ku Serokomar Erdogan û Serokê Lîbyayê Fayîz Serrac piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.