Mehmet Tosun
10 Nîsan 2023•Rojanekirin: 10 Nîsan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pîrozkirina Cejna Paskalyayê peyamek weşand.
Erdogan Cejna Paskalyayê ya welatiyên Xristyan pîroz kir û wiha got, "Ji rabirduyê heta îro li ser axa Anadoluyê bawerî, çand û kevneşopên cuda di nav aştî û aramiyê da azad dijîn ku em vê yekîtî, biratî û hevrabûna xwe bi zindî diparêzin. Em her yek welatiyekî xwe yê di bin banê Komara Tirkiyeyê da dijî wek nirxekî mustesna yê vê gelê mezin dibînin, bi hev ra bi awayekî xurt û mureffeh bi mildayînê ber bi dahatûyê va dimeşin. Bi wesîleya Paskalyayê ez ji welatiyên me yên Xrîstyan û hemû Xrîstyanan ra silametiyê dixwazim."