Semra Orkan,Zeynep Rakipoğlu
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 14 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Kî hesabê wan zarokên xwîşk û birayên me yên Kurd ku direvînin Qendîlê wê bide? Em ji ber Xaliq ji kesên hatina xuluqandin hez dikin û me tu car jî cihêkarî nekir û fırsend neda wê yekê û em nadin jî. Em siyaseta nasnameyê nakin, rêxistina terorê û partiya baskê wê dike."
Serokomar Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmabexçeyê ya Serokomariyê di weşana zindî ya hevpar a TRT, A Haber, NTV, CNN Turk, 24 Tv, Ulke Tv, Tvnet, Haberturk, TV100, Haber Global, TGRT Haber, Bengu Turk û Akît Tvyê da axivî û pirsên rojanmegeran bersivand.
- "Me di seranserê jiyana xwe da xwîşk û birayên xwe yên Kurd û PKKyê ji hev cihê girt"
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan got ku PKKya rêxistina terorê jî wekî rêxistinên terorê yên dest bi xwîn rêxistineke terorê ye.
- "Li herêmê me pêşî bi Kurdî axaftinê vekir"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku parastina heq û hiqûqa gelê Kurd wezîfeya wan e û wiha domand: "Niha di partiya min da evqas xwîşk û birayên min ên Kurd hene. Birayên min ên wezîrtiyê dikin hene. Ji Şanliurfayê Bekır Beg, di heman demê da Wezîrê me yê Edaletê Kurd e. Ji ber ku ji Yozgatê ye dibêjin qey ne Kurd e. Niha ji Şanliurfayê di rêza serî da ye. Bi rabûn û rûniştina xwe va Bekir Beg bû namzedekî ku bi Şanliurfayê dikeve. Me di seranserê jiyana xwe da xwîşk û birayên xwe yên Kurd ji PKKyê cihê girtin. Partiya ku herî zêde rayên xwîşk û birayên me yên Kurd hildide AK Partî ye. Li herêmê pêşî li ber Kurdî axaftinê me vekir. Bîlboardên bi Kurdî tên daliqandin bi saya xebatên me hatin kirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan diyar kir ku li welêt pirsgirêka xwîşk û birayên wî yên Kurd tuneye û wiha domand: "Pirsgirêk ew e ku rêxistina terorê vîna xwîşk û birayên me yên Kurd zeft dike û bi taybetî jî baskê wê yê siyasî vê yekê îstismar dike. Kî hesabê wan zarokên xwîşk û birayên me yên Kurd ku direvînin Qendîlê wê bide? Em ji ber Xaliq ji kesên hatina xuluqandin hez dikin û me tu car jî cihêkarî nekir û firsend neda wê yekê û em nadin jî. Em siyaseta nasnameyê nakin, rêxistina terorê û partiya baskê wê dike."