Önder Beyter
13 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2020
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji ber pevçûnên ku duh li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê derketin, Konseya Ewlekariyê civand.
Ji xeynî Aliyev, Serokwezîr Elî Esedov, Wezîrê Parastinê Zakir Hesenov, Wezîrê Karên Navxweyî Wîlayet Eyvazov û berpirsên îstixbaratê beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê da hat destnîşankirin, hûrgiliyên civîna ku bi rêya vîdeo konferansê va hat kirin dê paşê bên eşkerekirin.
Ji aliyekî din va Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Elmar Memedyarov ligel Hevserokê Ûris ê Koma Minskê ya Teşkîlata Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (TEHE) Îgor Popov û Nûnerê Taybet ê TEHEyê Andrzej Kasprzyk bi têlefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê, Memedyarov di mijara pevçûnan da zanyarî dan û ragihand ku ew vê provokasyona nû ya Ermenistanê wekî çalakiya êrîşê dinirxînin.
Artêşa Ermenistanê duh li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû.
Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 4 esker şehîd bûbûn, 4 eskerî jî birîndar bûbûn.