25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
KERKÛK
Fermandarê Tûgayên Bedirê yê girêdayî Heşdî Şabiyê (hêzên milîs ên şiî) yên li Iraqê Hadî Amirlî ragihand ku şerê li Tûzhûrmatûya navçeya Selahaddînê rawestiya û di navbera her du aliyan da agirbest hat çêkirin.
Amirlî digel Necmeddîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û li vir diyar kir ku şer û rageşiya li Tûzhûrmatûyê dawî bû.
Amirlî got ku ji bo rawestandina şerê navbera hêzên pêşmerge û Heşdî Şabiyê agirbest hat çêkirin û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan wê civîneke piralî û mezin bê kirin."
Amirlî got ku ew ê destûrê nedin ku di navbera komên etnîk da şer çêbe û wiha xeberda: "Divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Em ê destûrê nedin ku kes ji vê aloziyê sûdê werbigire."
Amirlî got "Xêra şerê navxweyî yê li Iraqê ji tu aliyekî ra tune ye" û wiha pê va çû: "Ji bo arambûn û normalîzebûnê divê her du alî ji bo hev du fêmkirinê hewl bidin. Rayedarên eskeriyê dijî şerê navxweyî ne."
Walî Kerîm jî got ku hewl didin ji rageşiya li herêmê sûdê werbigirin.
Kerîm got dibê berpirsên şerê ku duh bi şev dest pê kir bên girtin û ji navçeyê bên dûrxistin û wiha dewam kir: "Hadî Amirlî û lijneya gel wî vir ziyaret kir, ev jî îspat dike ku her du alî li hev dikin. Lazim e ku şer bê rawestandin."
Kerîm der heqê parastina navçeyê da jî wiha pêşniyaz kir: "Divê hêzeke ku ji polêsên Kurd, Şiî û Tirkmenan pêk tê navçeyê biparêze."