Önder Beyter
25 Tebax 2020•Rojanekirin: 26 Tebax 2020
Stenbol dê gera 14emîn a Şampiyonaya Dinyayê ya 2020 Formula 1ê biezimîne.
Pîsta Stenbol Parkê ku herî dawî 2011an pêşbaziya F1ê lê hatibû kirin, li teqwîma 2020an ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat revîzekirin, hat zêdekirin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera organîzasyonê, têkoşîna 14emîn a vê sezonê ya şampiyonayê, dê li pîsta 5,3 kîlometreyî ya li navçeya Tuzlayê 15ê mijdarê were kirin.
Ji xeynî vê pêşbaziyên 15emîn û 16emîn ên sezonê dê li Behreynê (29ê mijdarê û 6ê Berfanbarê), pêşbaziya 17emîn û dawîn jî dê li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (13ê Berfanbarê) bên kirin.
Stenbolê ji 2005an heta 2011an 7 salan di teqwîma F1ê da cih girtibû.