02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Yek ji 3 terorîstên ku 29ê Îlonê li Sêrtê di operasyona cendirmeyan da hatin berterefkirin Osman Ekinciyê bi nasnavê "Berhem" ku di kategoriya gewr da bû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat destnîşankirin 26ê Îlonê li dorbera Bayqana navçeya Sêrtê Fermandariya Cendirmeyên Sêrtê ji esman û bejayê va derketin operasyonê.
Hat diyarkirin ku yek ji 3 terorîstên di operasyona cendirmeyan da hatin berterefkirin Osman Ekinciyê bi nasnavê "Berhem" ku di kategoriya gewr da bû û ji bona qefaltina wî 300 hezar lire xelat hatibû danîn.
Li gor agahiyan Osman Ekincî di nav wan terorîstan da bû ku sala 2017an dijî wesaîta Qaymeqamê Bayqanê êrîşa bombeyî kiribûn.