TSKê li Agiriyê bi operasyoneke asîmanî 5 terorîst berteref kirin
Hêzên Çekdar ên Tirkî (TSK) li herêma Diyadîna navçeya Agiriyê operasyona asîmanî bir ser mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker, di operasyonê de 5 terorîst hatin berterefkirin.
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
Ankara
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkî (TSK) li çolwarê Diyadina navçeya Agiriyê operasyona asîmanî bir ser mensûbên rêxistina terorê yên hat tespîtkirin amadehî dikin ku êrîşê herêmên baregehê bikin, di operasyonê de 5 mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker hatin berterefkirin.
Li malpera Sererkaniyê der barê bûyerên nav welêt ên duh de agahî hatin dayîn.
Li gor vê di operasyonên ku li Hekariyê berdewam in de 21 teqemeniyên bidestçêkirî, 3 jenerator, 3 hîltî, 300 lître benzîn, 140 maskeyên xazê, 800 metro qablo, 50 funyeyên bicêyran, 300 qapsulên tehrîbê û gelek melzemeyên jiyanê hatin dîtin.
Li Uzungeçîta Şirnexê terorîstekî ku ji rêxistina terorê reviya teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Di operasyonên ku li Lîceya navçeya Diyarbekirê berdewam dikin de 3 hezar kinfa hîndê ya kok hat bidestxistin.
Li çolwarê Diyadina navçeya Agiriyê herakata asîmanî bir ser mensûbên rêxistina terorê yên hat tespîtkirin amadehî dikin ku êrîşê herêmên baregehê bikin, di operasyonê de 5 mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker hatin berterefkirin.
TSKê li Agiriyê bi operasyoneke asîmanî 5 terorîst berteref kirin