ERZURUM (AA) - Di operasyonên ku di meha îlonê da li welêt û dervayî welêt li dijî rêxistina terorê YPG/PKKya ku dixwaze aştî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê ji dest biçe û ji bo vê jî sivîl, zarok û dergûşan dike hedef hatin kirin da qaşo berpirsên rêxistinê jî di navê da 144 terorîst hatin berterefkirin. Di encama van operasyonan da rêxistinê derbeyeke mezin xwar.
Têkoşîna Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK), Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) ya dijî rêxistinên terorê ku dixwazin ewlehî û aramiya welêt têk bibin, bi piştevaniya gundparêzan va li welêt û dervayî welêt bênavber dewam dike.
Hêzên ewlekariyê yên ku li gund û bajar û herwiha deşt û çiyayan şev û roj didin pey terorîstan, di meha îlonê da derbeyeke giran li rêxistina terorê YPG/PKKyê dan.
- Di mehekê da 144 terorîst hatin berterefkirin
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê berhev kirin, 1-30ê îlonê di operasyonên li welêt û dervayî welêt da qaşo berpirsên rêxistinê jî di navê da 144 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên ku li gelek parêzgehan li dijî sazûmaniya rêxistina terorê PKKyê ya bajêr û ciwanan da 115 şikber hatin binçavkirin ku yek jê Şaredarê Qulpê yê HDPyî Mehmet Fatih Taş e û yekî din jî Şaredara Qereyaziyê ya HDPyî Melike Goksu ye. Ji van 115 şikberên binçavkirî 40 jê hatin girtin. Herwiha miemeleyên hin berşikan ên li ewlekarî û cendirmeyê hê jî dewam dikin.
Di meha îlonê da di êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê da jî 7 peywirdarên ewlekariyê şehîd bûn, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 4 peywirdarên ewlekariyê û 14 sivîl jî birîndar bûn.
- Qaşo berpirsyarên rêxistina terorê hatin berterefkirin
Hêzên ewlekariyê yên bi navber operasyonên xwe didomînin di meha îlonê da hin qaşo berpirsyarên rêxistina terorê berteref kirin.
Hat tesbîtkirin ku 2 terorîstên di 3yê îlonê da li Hekariyê hatin berterefkirin di êrîşên ku tê da Ercan Sancayê Binefserê Cendirme, Mehmet Saît Başê Çawîşê Pispor ê Cendirme û Gungor Dolunayê Efserê Cendirme hatibûn şehîtkirin da cî girtine.
Wekî mayîn hat tesbîtkirin ku teqemeniya di 26ê tebaxê da li Doxanliya herêma Hekariyê hatibû îmhekirin jî van terorîstan bi cî kirine.
Di operasyona di 10ê îlonê da li Artukluya navçeya Mêrdînê hat kirin da "Azad"ê terorîstê PKKyî yê qaşo berpirsyarê Savurê hat berterefkirin.
- Xuna şehîdan li erdê nema
Yekeyên cendirmeyan di 14ê îlonê da li çil û çiyayên Wanê 5 terorîst berteref kirin, hat tesbîtkirin ku ji wan yek di nav lîsteya terorîstên lê digerin a "gewr" da cî digre û navê wî jî Bayram Başkala ye. Dîsa hat tesbîtkirin ku terorîsê hat berterefkirin êrîşên tê da personelekî cendirmeyan û 2 gundparêz hatin kuştin jî tev, tevlî gelek êrîşên terorê bû ye.
Îbrahîm Tatliyê terorîstê bi navê "Botan" tê zanîn ê di 16ê îlonê da li Tunceliyê hat berterefkirin jî hat tesbîtkirin ku tevlî bûyera 12ê hezîrana 2019an a tê da 2 esker hatibûn şehîdkirin û 2 esker jî hatibûn birîndarkirin bûye.
Endamên Serokatiya MÎTê û Artêşa Tirkiyeyê di 16ê îlona 2019an da li herêma Gabarê operasyon kirin û di operasyonê da 3 terorîstên PKKyî berteref kirin. Hat tesbîtkirin ku ji wan yek Mehmet Baydenê ku bi navê "Zinar Şiyar Adiyaman tê zanîn ê di NLPya sazîbûna îstixbaratê ya PKK/KCKya rêxistina terorê da cî digre ye.
Hat tesbîtkirin ku Baydenê ji bo wî biryara girtinê hatiye dayîn di serê salên 1990î da tevlî rêxistinê bûye, demekê berpirsyariya darayiyê ya Baregeha Navendî ya PKKyê û berpirsyariya birin û anîn, lojistîk û darayiya herêma qarayê ya PKK/HPGyê kiriye.
Di 17ê îlonê da li Bidlîsê 2 terorsîtên PKKyî hatin berterefkirin, hat tesbîtkirin ku ji wan terorîstan yek Devrîm Akbay e û di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin a kategoriya gewr da cî digre û ji bo wî 300 hezar lire xelat hatiye danîn.
Yekîneyên cendirmeyan di 29ê îlonê da li Sêrtê 3 terorîst berteref kirin û li gor tesbîtê ji van terorîstan yek jê Osman Ekinciyê bi kodnavê "Berhem" e û di kategoriya "gewr" da lê digeriyan. Di 2017an da dijî wesayîta Qaymeqamê Baykanê êrîşa bibombe hatibû kirin û li gor tesbîtê di nav kesên ku êrîş kirin da terorîstê navborî jî heye.
- Êrîşên terorê yên meha îlonê
Di meha îlonê da hin êrîşên terorê wiha ne:
- Li Omerliya navçeya Mêrdînê teqemeniya ku terorîstên PKKyî wek defik danîn, teqiya û Serdesteyê Pispor ê Cendirme Mehmet Acar şehîd bû, 2 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûn. Ji birîndaran gundparêz Abdullatîf Emen (37), 10 roj şûnda li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, şehîd ket.
- Li Omerliya navçeya Mêrdînê terorîstên PKKyî di 7ê îlonê da êrîş kirin û Midûrê Şaxa Harekata Taybet a Polêsan a Mêrdînê Tufan Kansuva şehîd bû.
- 3 terorîstên ku Midûrê Şaxa Harekata Taybet a Polêsan a Mêrdînê Tufan Kansuva şehîd kir, di 8ê îlonê da li navçeya Omerliyê di operasyonê da hatin berterefkirin û gundparêz Evren Başçiyê ku di vê operasyonê da birîndar bû, şehîd ket.
- Li devera çiyayî ya Qulpa navçeya Diyarbekirê di 12ê îlonê da terorîstên PKKyî li dijî wesayîta gundiyên ku êzing berhev dikirin bi teqemeniya destçêkirî defik danîn û di teqînê da 7 welatî şehîd bûn, 10 welatî birîndar bûn.
- Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di 22yê îlonê da teqemeniya destçêkirî ku terorîstên PKKyî wek defik danîbûn, teqiya û kesek tê da mir.
- Li bakurê Iraqê di 23yê îlonê da dema ku konvoya îkmalê derbas dibû teqemeniya destçêkirî ya mensûbên PKKya rêxistina terorê wek defik danîbûn, teqiya û Tegmenê Topavêj Fîkret Dînçer û Ustçawîşê Astsubay ê Temîrkar Volkan Tanturk şehîd ketin.
- Li Derecîka herêma Hekariyê di 25ê îlonê da bi terorîstên PKK/YPGyî ra pevçûn derket û Serdesteyê Pispor Muhammed Ceylan di pevçûnê da birîndar bû û li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû şehîd bû.