Mustafa Güçlü
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku ji aliyê herêma di kontrola PYD/PKK/YPG rêxistina terorê ya bekûrê Sûriyeyê, 2 topên hawanê avêtin ser qereqola hidûd a li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê.
Mensûbên rêxistina terorê ji Tel Ebyada navçeya Reqqayê bi topên hawanê êrîş bir ser Qereqola Hidûd a Tekçeyê. Li ser vê bûyerê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê yên li sînor di çaçroveya rêgezên angajmanê de bersiva da. Di vê navberê de gelek wesayitên eskerî û personel sewqî ciyê bûyerê hatin kirin.
Qaymeqamê Akçakaleyê Selçûk Yosûnkaya û Serokê Şaredariyê Abdulhakim Ayhan tevî rayedarên eskeriyê ve hatin ciyê bûyerê, li vir lêkolîn kirin.
Walî Gungur Azîm Tûna ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku mensûbên rêxistina terorê bi topên hawanê êrîşî qereqolê kir.
Li gor agahiyên ewil mirî tune ne.