Muhammed Nuri Erdoğan
19 Tebax 2025•Rojanekirin: 20 Tebax 2025
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, Înan Guneyê Şaredarê Beyogluyê yê di çarçoveya lêpirsînê da hatibû tewqûfkirin, bi awayê tedbîra demkî ji peywirê hat dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku Guney piştî ku ji ber sûcê "endambûna rêxistina sûcê û xapandina dem û dezgehên qamûyê" ji hêla Dadgeha Sulh û Cezayê ya 3yem a Stenbolê di 19ê Tebaxa 2025an da hat tewqûfkirin, di çarçoveya madeya 47em a Qanûna Şaredariyê ya Jimare 5395 û madeya 127em a Destûrê da wekî tedbîra demkî ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hat dûrxistin.